TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îlham Ehmed: Em bi Washington, Parîs û Enqerê re di pêwendiyê de ne

Admin H
Nivîskar
📅 08 rêbendan 2026 19:31

PeyamaKurd- Berpirsa Pêwendiyên Derve a Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed da xuyakirin, ku ew bi aliyên navneteweyî û welatên herêmî re di têkiliyê de ne da ku pêşketinên leşkerî yên dawî li Helebê û rewşa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê gotûbêj bikin.

Ehmed got ku ew li ser xetê ne û bi Washington, Parîs û Enqerê re di danûstandinan de ne da ku pêşî li zêdebûna tundûtûjiyê bigirin û ji bo parastina sivîlan û aramkirina herêmê bixebitin.

Hêjayî gotinê ye, Ehmed ev daxuyanî di demeke ku taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê di bin bombebarana giran a artêşa Sûriyeyê de ne û ji operasyoneke leşkerî hatine hişyarkirin hate dayîn.

Parve bike: