Îlham Ehmed: Entegrasyonê aramî anî, lê nîjadperestî xeteriyek e
PeyamaKurd - Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Encûmena Gel a Sûriyeyê Îlham Ehmed, di çarçoveya Forum a Enstîtuya Lêkolînan a Rojhilata Navîn (MERI) a 2026an de li Hewlêrê, di panela bi sernavê "Sûriyeya Nû: Ji Parçebûnê Ber Bi Dewleta Hevpar Ve" de axivî.
Ehmed nirxandinên girîng li ser guherînên siyasî û leşkerî yên piştî rûxandina rejîma Esad kirin û bal kişand ser integrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên din di nava artêşê de ku ev pêngav wekî faktoreke aramiya bajêr û xurtkirina têkiliyên sînoran bi nav kir.
Îlham Ehmed ezmûna Rêveberiya Xweser û rola jinan li ber çavan girt û diyar kir ku her çend pêvajoya entegrasyonê destkeftî anîbin jî, di rola jinan de paşveçûnek çêbûye.
Derbarê biryarnameya serokatiyê ya li ser nasîna ziman, çand û hebûna Kurdan de, Ehmed ev pêngav girîng dît lê tekez kir: "Nasîna mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de serkeftinek e, lê di qada praktîkî û taybetî di perwerdeya bi zimanê kurdî de kêmasiyên mezin hene."
Ehmed di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku sedema sereke ya alozî û tevlihevîyên dawî yên li Sûriyeyê mejiyê nîjadperestî, tengwergirtin û destwerdanên hêzên derveyî yên herêmî ne.