Îmamoglu: Min siyaseta Demirtas dieciband, pê kêfxwes dibûm
PeyamaKurd – Şaredarê nû yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu di hevpeyvîneke digel Rûdawê de, li ser pirsekê diyar kir ku dema Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş di siyasetê de çalak bû, wî zimanê wî yê siyasetê ku aştîxwaz û nirxên gerdunî derdixist pêş dieciband.
İmamoglu derbarê Demirtaşê ku niha li Girtîgeha Edirneyê girtiye de wiha axivî:
“Dema Brêz Demirtaş di siyasetê de çalak bû, ez jî yek ji wan kesên xeta wî diecibîne bûm. Bi rastî jî zimanekî wî yê aştîxwaz, lihevkinê û nirxên gerdunî derdixist pêş hebû. Gelekî bi vê kêfxweş bûm.”
Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku herwiha bi saya dengên Kurdên li Stenbolê li hember hevrikê xwe yê AKPê bi ser ketiye derbarê xizmetên şaredariyê yên bo Kurdên Stenbolê jî da zanîn ku ew dê bêyî cudahiyê xizmetê bide wan û rastiya wan a civakî jî li ber çavan bigire.
Îmamoglu herwiha li ser pirsa ‘Gelo dê Kurdî di bernameyên şaredariyê de cî bigire?’ jî got, “Çima nebe? Heger komeke muzîkê ya kurdî derkeve kes nikare pêşiya wê bigire. Bi kurdî jî bi lazkî jî bi ermenkî jî dikarin bêjin.”