TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îran kolberekî Kurd kust

Admin M
Nivîskar
📅 22 hezîran 2024 01:17

PeyamaKurd – Hêzên artêşa Îranê li Rojhilatê KUrdistanê li ser sînorê bajarê Merîwanê, li herêma Hewremanê kolberê bi navê Erkan Balwase kuşt. Li gor şahidan li pişta kolber tiştek nebûye û pasdar raste rast bê hişyarî bidin, lê xistine.

Dema li kolberê bi navê Erkan Balwase xistin, Balwase birîndar dibe û hevalên li kêleka wî yekser dibin nexweşxanê lê li nexweşxanê can dide.

Erkan Balwase 29 saliye û li ser nûfûsa Merîwanê devera Serşîwî li ser gundê Celeleyê ye. Balwase ji bo debara malbata xwe bike karê kolberiyê dike.

Parve bike: