TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îran li sûna Mezlûm Ebdî, Aldar Xelîl tîne ser kar

Admin L
Nivîskar
📅 15 tebax 2020 18:24

PeyamaKurd - Rojnameya El Erebî El Cedît: Wê bi darbeyê Mezlûm Kobanî bidin erde.

Rojnameyeke Erebî di raporekê de, behsa nakokiyên di navbera Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike û dûpat li wê yekê dike ku ji ber hewlên Fermandarê Hêzên HSDê Mezlûm Kobanî, Qendîl, Cemîl Bayik û beşek ji serkirdeyên PKKê hewl didin wî ji erka Fermanderiya Hêzên HSDê dûr bixin.

Li gor Rojnameya “El Erebî El Cedîd” nivîsiye, niha ji aliyê alîgirên PKKê ve di torên civakî de helmetek li dijî Mezlûm Kobanî dest pê kiriye û hewla wî ya xiyanetkariyê li hember rêbazê PKKê didin, ji ber ku Qendîl li ser dûrxistina wî ya li Rojavayê Kurdistanê de bi biryar e.

Bawerbûn bi hizr û nêrîna Abdula Ocelan û bicîhkirina rastiya bandora navçeyê û pêgirîbûna bi Qendîlê du tiştên ji hev cuda ne. Ji ber wê yeke, Mezlûm Kobanî dixwaze wê duyem bi tevahî nehêle. Hoşeng Osê nivîskarê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê, di derbarê vê de nivîsiye, Partiya Karkerên Kurdistanê ji bo dûrxistina Mezlûm Kobanî ji erka Fermanderiya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokrat, hewleke bi hêz dest pê kiriye, ji ber ku wiha hest dikin ku ew niha bûye kesekî gelekî bi hêz û zilamê Amerîka li navçeyê û dikarê bi rûyê daxwazên Qendîlê ve jî raweste.

Mezlûm Kobanî salek e dixwaze ji bin sêwana Qendîlê derkeve

Hoşeng Osê nivîsiye: Cemîl Bayik li pişta vê helmetê ye ku li dijî Bayik dest pê kiriye û dixwaze wêneyê Mezlûm Kobanî li ber çavê xelkê navçeyê û civaka navdewletî bi yarmetiya rejîma Şamê bi tevahî xerab bike, bo êdî Amerîka û welatên din guftûgoyê li gel wî nekin û bi girîngî behsa wî nekin û Rojavayê Kurdistanê jî dubare, bi tevahî bikeve ser rêya siyasetên Qendîlê û bi tu awayî ji nêrîna wan dernekeve.

Li gor Osê, zanyariyên kuştina kesayetiyên eşîrên Erebî yên li navçeya Cezîre ji aliyê rejîma Esed û zilamên wî ve tê bicîhkirin û dixwazin kêşe û nakokî û herwiha şer di navbera Kurd û Erebên li navçeyê derxin, bi vî awayî guvaşan û ew helmetên Qendîlê jî çêkiriye, tê çaverêkirin di demeke nêzîk de li Rojavayê Kurdistanê bibe qada germ ya gengeşeyên ji bo yekalîkirinê ku bi awayekî tevahî li ser bereya Rojava û Amerîka, yan yekalîbûna ji bo berjewendiya Îran û Esed dest pê bike.

Li gor zanyariyan, Aldar Xelîl yek ji serkirdeyên PYDê berpirsiyariyê helmeta rûbirûbûna Mezlûm Kobanî ye û ew hatiye spartin û serpereştiya wî karê dike û bi zelalî Qendîl dixwaze darbe û kudetayek li ser Mezlûm Kobanî û hewlên ji bo rakêşana kompanyayên Amerîka yên navçeyê û avadankirina wê û bihêzkirina Rojavayê Kurdistanê berbelav bike. Ji bilî wê yeke, ku ev hengav careke din peywendiyên di navbera ENKSê û TEVDEMê vedigerîne ser xala destpêkê û danustandinên di navbera herdu aliyan ji bo aştîbûnê û vegerana Rojavayê Kurdistanê û dirustkirina navçeyeke aram û bêalî û birêvebirina bi awayekî demokrasiyane dibe xewn û tenê li ser kaxiz hebûna wî dibe û Qendîl berpirsên TEVDEMê dide dawiyê bi danustandinan bînin ku ji aliyê Amerîka û Fransa ve dihate serpereştî û piştevanî kirin.

Çend çavkanî ji rojnameyê ragihandine ku Mezlûm Ebdî ev salek e dest bi hewlên derketina ji bin sêwana Partiya Karkerên Kurdistanê û hejmûna Qendîl û Îranê kiriye û dixwaze rêyeke siyasî ya cuda li ber bigre. Nêrîn û hizra Ocelan ji bo birêvebirina civaka li navçeyê peyrew bike. Lê belê bi tu awayî ew bawerî li rûyê siyasî ve zeq nakê û bi vê jî dikare bi tevahî komên etnîkî yên navçeyê ji alozî û rûbirûbûna hevdu dûr bixe û Rojavayê Kurdistanê jî ji destê êrîşên welatan biparêze û dest bi avadankirina navçeyê bike. Lê belê her di destpêkê de hişyarî pê hatiye dayîn ku egera wê zêdeyê ew hewl û hizra wî bibe sedema wê yekê ku bi tundî rûbirûyê wî bibin ku ew jî her berdewam e û heta niha xwe neçemandiye.

Esed û Qendîl planê dikin heta ku wî ji Posta Fermanderiya HSDê dûr bixin

Pêwendiyên PKK û rejîma Be’esa Sûriye ji dawiya salên heyştê ya sedsala derbasbûyî ji aliyê rejîma Hafiz Esed û PKKê, pêwendiyeke tund û bihêz dirust kiriye. Çendîn serbazgeh ji bo çekdarên PKKê li Sûriye hatine vekirin û Abdula Ocelan bi xwe jî li Şamê jiyana xwe bi rê ve dibir, lê belê ji ber êrîşên Tirkiyê yê li ser Sûriye li 1998 Hafiz Esed hate neçarkirin, peymana Edene wajo bike û Ocelanî jî ji welatê xwe derxe derve. Di 2011an de jî dema alozî li Sûriye dirust bûn, Esed û rejîma Şamê rê dan Partiya Karkerên Kurdistanê li navçeyên Bakûr û Bakûrê Rojhilatê Sûriye kontrol bikin û rê nedin ku rikeberên Esed li ser navçeyê de bigrin. Piştî wê jî peywendiyên PYDê û Esed berdewam bû û bi dehan civîn û hevdîtin di navbera herdu aliyan de hatiye sazkirin û hîç demek jî ew peywendiya wan nehatiye înkarkirin.

Baz Ehmed / Rojeva Kurd

Parve bike: