TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îranê 2 girtiyên Kurd îdam kir

Admin H
Nivîskar
📅 08 adar 2024 20:10

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li bajarê Mehabad ê Rojhilatê Kurdistanê, şeva borî ji aliyê dadgeha Îranê ve 2 girtiyên Kurd hatin bidravekirin.

Li gorî zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê, şeva borî li girtîgeha navendî ya bajarê Mehabad ê Rojhilatê Kurdistanê, 2 girtiyên Kurd hatin bidarvekirin.

Yek ji girtiyên hatine îdamkirin Ebas Dadwer ê ji Mehabadê ye û bavê zarokekê ye. Girtiyê din jî Fexredîn Mengur Nejade yê ji bajarê Şinoyê ye. Her du welatiyên Kurd 4 sal berê hatibûn girtin.

Parve bike: