TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îranê cardin bi dronan êrîşî Hewlêrê kir

Admin H
Nivîskar
📅 04 mijdar 2026 09:54

PeyamaKurd - Rêxistina Komelayê ragihand ku îro berî nîvro, balafirên bêmirov (dronan) yên ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve baregeheke wan a li herêma Belîsanê ya li bakurê rojhilatê Hewlêrê armanc girtine.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Komelayê, êriş li Nala Alanayê bi 2 balafirên bêmirov ên ji cureyê Şahid ku tijî teqemenî bûn hatine encamdan; di encama êrişê de zirarên maddî çêbûne lê ti ziyanên jiyanî negihîştine pêşmerge û şervanên wan.

Bala Kargêrê Peywendiyên Komelayê Elî Rencberî jî balkişand ser berdewamiya êrişên Îranê û rejîma Tehranê bi van êrişan tohmetbar kir.

Ji aliyekî din ve, çavkaniyeke ewlehiyê ragihand ku şeva borî saet li dora 02:00an li ser sînorê parêzgeha Helebceyê li devera Tewêlê jî xaniyek bi êrişeke esmanî hatiye armancgirtin û xanî gelekî zirar ditiye, lê di vê bûyerê de jî tu mirov nehatine kuştin an birîndarkirin.

Parve bike: