TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îranê dayika Behmen Qubadî desteser kir

📅 23 îlon 2019 12:50

PeyamaKurd- Dayika derhênerê naskirî yê kurd Behmenê Qubadî ji aliyê hêzên Ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê va hat desteserkirin.

Behmenê Qubadî li ser hesabê xwe facebookê ragihandiye: “Mixabin ez hatime agahdarkirin ku dayika min a pîrejîn li Balafirxaneya Îmam Xumeynî ji aliyê hêzên Ewlekariyê vr hatiye desteserkirin.”

Navê dayika Behmen Qubadî Îran Hemzeyî ye û wê bi armanca dîtina kurê xwe li Tirkiyê çûbû Balafirxaneya Îmam Xumeynî li Tehranê û ji aliyê hêzên Ewlekariyê yên Îranê ve hatiye girtin.

Bu gönderiyi Instagram'da gör

English/فارسی/کوردی • Shame on you (Iranian Regime) who did not let my exhuasted mom leave. I wanted to meet her after a long time. You have no conscience no humanity. Such a coward corrupted regime is bound to be doomed . Shame on all of you. • شەرمەزاریی بۆ ئێوە (ڕژێمی ئێران) کە ئیزنی هاتنە دەرێتان بە دایکە ماندوو و نەخۆشەکەمنەدا تا دوای ماوەیەکی زۆر، دیداریان لەگەڵ بکەم. ئێوە زۆر لە مرۆڤایەتی و ویژدانەوە دوورن. ڕژێمێکی ئاوەها گەندەڵ، ترسنۆک و درۆزن ڕێگایەکی بێجگە لە ڕووخان نییە. شەرمەزاریی بۆ هەر هەمووتان. • شرم بر شماها (رژیم ایران) که اجازه خروج مادر خسته و رنجورم را ندادید تا بعد از مدتها ملاقاتشون کنم. شماها خیلی از انسانیت و وجدان بدور هستید. چنین رژیم فاسد، ترسو و دروغگو راهی جز نابودی ندارد. شرم بر همه‌یتان باد.

بهمن قبادی Bahman Ghobadi (@bahman_ghobadi)'in paylaştığı bir gönderi ()

Derhêner Behmen Qubadî di sala 1969an de li bajarê Baneyê, li rojhilata Kurdistanê hatiye dinyayê. Qubadî yek ji derhenêrê herî navdar û serkeftî yê kurd e. Fîlmên wî li ser asta cihanê gelek xelat standine.

Parve bike: