TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îranê 'navendeke sîxurîyê û derxistina fitneyê di nav Kurdan de' ava kir

Admin H
Nivîskar
📅 31 gulan 2022 00:07

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rejîma Îranê, ji bo meşandina siyaseta jiholêrakirina nasnameya neteweya Kurd û sepandina çanda Îranê li ser kurdan, bi navê “Lêkolîna Guherînên Kurd” navendek di nav saziya “Encûmena Lêkolîna Rojavayê Asyayê” de ava kir.

Li gorî nûçeya medya fermî ya Îranê, balyozê berê yê Îranê li Iraqê û fermandarekî berê yê Hêza Qûds Hesen Danayîferd û çend kesayetên din ên bi ser rejîma Îranê ve di nav ‘Lêkolîna Guherînên Kurd’ de cî digirin. Li gorî aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê mebesta vê navendê sîxurî û derxistina fitneyê di nav Kurdan de ye.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî Îranê xebatên bi vî awayî li ser Kurdan meşandine û hewl daye dîrok, netew û nasnameya Kurd wekî beşek ji çanda Îranê bide nasandin.

Parve bike: