TR KU SO
FB X
Kurdistan

Iraqê qedexeya bo kirîna zêr û amûrên elektronîkî li Balafirgehên Kurdistanê rakir

📅 26 sibat 2026 20:36

PeyamaKurd- Hikûmeta Iraqê bi nivîseke fermî ya Desteya Balafirvaniya Sivîl a Iraqê, qedexekirina ser hawirdekirina zêr û amûrên elektronîkî li balafirxaneyên Hewlêrê û Silêmaniyê hilweşand.

Hate diyarkirin, Desteya Balafirvaniya Sivîl a Iraqê nivîsara qedexekirina hawirdekirina zêr û amûrên elektronîkî li balafirxaneyên Hewlêrê û Silêmaniyê hilweşandiye.

Berî niha Desteya Balafirvaniya Sivîl a Iraqê biryara qedexeyê pêşkêşî şîrketên balafirvaniyê kiribû û niha ew biryar hatiye hilweşandin û gihîştiye balafirxaneyên Hewlêrê û Silêmaniyê û kar pê tê kirin.

Herwiha Desteya Balafirvaniya Sivîl a Iraqê di nivîsarekê de daxwaza vekirina nivîsîngeha pişkinînê ya navendî ji bo pîver û kontrola kaliteyê ya federal, mîna balafirxaneyên din ên Iraqê, li balafirxaneyên navneteweyî yên Hewlêrê û Silêmaniyê jî bê vekirin û berevajî hawirdekirina zêr û amûrên elektronîkî li wan her du balafirxaneyan bê qedexekirin.

 

Parve bike: