TR KU SO
FB X
Kurdistan

Iraq | Dadgeha Federal erkên 2 rayedarên Kurd li wan vegerand

Admin H
Nivîskar
📅 03 berfanbar 2023 21:01

PeyamaKurd – Dadgeha Federalî ya Iraqê, îro 3yê Kanûnê roja Yekşemê ragihand ku heta doza li ser yasaya budçeyê bê encamdan, bi biryarnameyekê erkên rayedarên bi wekalet ku ji wan hatibûn standin, hatin vegerandin.

Li gorî biryara Dadgeha Federal erkên rayaderan li gorî xala 71 a yasaya budçeyê, bi awayekî demkî li wan hatiye vegerandin û ji bo vê jî biryarnameyeke lezgîn hatiye weşandin.

Di çarçoveya vê biryarê de, erkên du rayedarên Kurd jî hate vegerandin. Bi vî awayî dê dê Şêwirmendê Wezareta Darayî ya Iraqê Mesûd Heyder û Şêwirmendê Wezareta Petrolê İzzet Sabir ku ji pişka Kurd in, li erkên xwe vegerin.

Parve bike: