Iraq: Di topbarana Tirkiyê de 8 welatî sehîd bûn, 23 jî birîndar bûn
PeyamaKurd - Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê, li ser topbarana artêşa Tirkiyê ya cihê geştiyariyê yê Zaxoyê ku hejmarek welatî şehîd û birîndar bûn, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, îro 20ê Tîrmeha 2022yan di demjimêr 13:50ê de, devereke geştyariyê ya gundê Perexê yê nehiya Derkar a girêdayî Zaxoyê ya bi ser parêzgeha Duhokê de, rastî topbarana tund a topên dûravêj hat û di encamê de 8 welatî şehîd bûn û 23 welatî jî birîndar bûn, ku hemû geştyar bûn.
Herwiha hat diyarkirin ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mistefa Kazimî ferman daye ku bilez lêkolîna vê bûyerê were kirin û şandek ku ji Wezîrê Derve, Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş, Sekreterê Fermandarê Hêzên Çekdar û Fermandarê Hêzên Pasevaniya Sînor pêk tê, bigihe cihê bûyerê û lêkolînê bikin û serdana birîndaran bikin.