Kurdistan
Iraq ji bo bergiriyên li dijî koronayê spasiya Hewlêrê kir
PeyamaKurd – Wezareta Tendirustî û Dorhêlê, ji bo bergiriyên li dijî belavbûna vîusa koronayê (Covid-19) spasiya Parêzgariya Hewlêrê kir.
Wezîrê Tendirustî û Dorhêlê ya Iraqê Sadiq Ceifer Ellawi bi rêya telefonê bi Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî re axivî û li ser têkoşîna li dijî wê vîrusa gotubêj kirin.
Ellawî di wê peywendiya telefonî de diyar kir ku di têkoşîna li dijî koronyê (Covid-19) bi awayekî serkeftî têdikoşe û lewma jî spasiya parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî kir.
Ji aliyê din ve parêzgarê HewlêrêFirset Sofî jî ji bo alîkarya Ellawî spasiyên xwe anîn zimên.