TR KU SO
FB X
Kurdistan

Iraq naxwaze îxracata petrola Herêma Kurdistanê bibe

Admin M
Nivîskar
📅 05 adar 2025 01:40

PeyamaKurd – Hevdîtina li Bexdayê ya di derbarê îxracata petrola Herêma Kurdistanê de, ji ber nelhevkirinê hat paşde xistin. Wezareta petrolê ya Iraqê, rayedarên Herêma Kurdistanê û şîrketên petrolê yên navdewletî dawet kiriye Bexdayê lê ji ber nelhevkirinê civîn 2 roj hatiye paşdexstin.

Sê çavkanî ji bo ajansa Reutersê daxwuyanî dane û gotine ji ber şîrketên petrolê û wezareta petrolê ya Iraqê li hev nekirine, civîne dane roja 6ê Adarê roja Pêncşemê.

Wezareta petrolê ya Iraqê û hinek grûbên Iraqê bi taybetî yên layangirên Îranê naxwazin petrola Kurdistanê bê firotin û dahata wê bikeve destê Kurdan. Dixwazin Kurdistan qels bimîne da her wext destê xwe li ber Bexdayê veke.

Parve bike: