Kurdistan
Iraq | Yasaya ku bi fermî hemwelatîbûnê dide filîstîniyan kete meriyetê
PeyamaKurd – Li Iraqê yasaya ku bi fermî mafê hemwelatîbûnê dide welatiyên Filîstînê kete meriyetê.
Yasya taybet bo hemwelatîbûna filîstîniyan doh 29ê Gulanê li Iraqê kete meriyetê ku welatiyên Filîstînê yên zêdetirî 10 salên wan li Iraqê çêbûye li xwe digire.
Bi vê yasaya ku hat pesendkirin, filîstîniyên li Iraqê hemû mafê hemwelatîbûna Iraqê werdigirin lê nikarin dengên xwe bikar bînin û mafê wan ê vegerê jî heye.
Li bajarên Iraq û Kurdistanê bêhtirî 3 hezar 500 filîstînî dimînin.
Li aliyê din xelkê Rojhilatê Kurdistanê ku bi sedemên cuda li Iraq û Kurdistanê dimînin, ji mafê hemwelatîbûnê bêpar in ku ev daxwaza wan nayê bicihanîn.