Kurdistan
Îraqê Pêsmergeyekî ji rojhilatê Kurdistanê radestî Îranê kir
PeyamaKurd – Hikûmeta Îraqê Pêşmergeyekî berê yê Azadiya Kurdistanê (PAK) ku bi eslê xwe ji rojhilatê kurdistanê ye, Kemal Salihi radestî rejîma Îranê kir.
Li gorî daxuyaniya Rêkxistina Mafê Mirovan a Hengawê, sîxurên îranî li Kerkûkê lêpirsîna Kemal Salihî kirin û di 26ê nîsanê de jî radestî rejîma Îranê hatiye kirin.
Li gorî heman nûçeyê Hengawê, Kemal Salihî çend meh berê li navçeya Pirdeyê ya girêdayî Kerkûkê ji PAK-Rojhilat veqetiyabû û xwe radetî hêzên Iraqê li Kerkûkê kiribû. Salihiyê ku 3 mehan di girtîgehê bû, sîxurên îranî 3 caran lêpirsîna wî kibû.