Îro 700 malbatên koçber ên Serêkaniyê vedigerin warê xwe
PeyamaKurd - Îro nêzî 700 malbatên koçberên gundewarên Serêkaniyê, gundewarên Til Temir û Zirganê yên ku li Kampa Serêkaniyê li gundewarê Hesekê dimînin, ji bo vegera gund û herêmên xwe yên resen amadekariyên xwe dikin.
Şandeyeke hikumeta veguhêz û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya amadekariyên beriya derketina karwanê duyemîn de, gihîştin Kampa Serêkaniyê, di vê kêliyê de şande bi rêveberiya kampê û Komîteya Koçberên Serêkaniyê re ji bo nîqaşa têkildarî vegera koçberan û birêketina karwanê hevdîtinê dike.
Tê payîn ku piştî temamkirina rêkarên girêdayî vegerê û bi şopandina ji hêla aliyên peywendîdar ve wê karwan bi rê bikeve.
Ev karwanê duyemîn ê koçberên Serêkaniyê ye, 10`ê Tebaxê karwanê yekemîn ê ku di nava xwe de nêzî 400 malbat vegeriyabûn.