Îro 80êmîn salvegera PDKê û Rojbûna Serok Mesûd Barzanî ye
PeyamaKurd - Roja 16ê Tebaxê di dîroka siyasî ya Kurdistanê de wek werçerxana herî mezin tê dîtin, ji ber ku ev dîrok ne tenê salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye, lê belê hevdem e ligel salvegera 80ê ya jidayikbûna Serok Mesûd Barzanî; ew serkirdeyê ku jiyê xwe di nav dilê bûyerên siyasi û leşkerî yên deverê de derbaz kiriye.
Çîroka jiyana Mesûd Barzanî di sala 1946ê de û di nav dilê yekemîn qewareya siyasî ya Kurdî de li bajarê Mehabadê yê paytexta Komara Demokrat a Kurdistanê dest pê kir. Ew di jîngeheke nîştimanî û olî ya wekî malbata Barzan de mezin bû, her zû bandora xebat û têkoşîna bavê wî (Mistefa Barzanî) pê ve diyar bû. Her vê yekê wesa kir ku di jiyekê gelek ciwan de û di demekê de ku tenê 16 salî bû, qelem û pirtûkên dibistanê bihêle û ji bo parastina axa xwe peywendiyê bi rêzên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bike, ku heta îro jî xwe wekî Pêşmerge dide nasîn.
Li ser asta cîhanî, Serok Barzanî pêgeheke bêwêne ji bo Kurdan çê kir; ew yekane serkirdeyê Kurd e ku heşt caran li Koçka Spî ligel serokên Amerîkayê civiyaye û li piraniya paytextên girîng ên cîhanê wekî serokê dewletê pêşewazî lê hat kirin. Dîrokê ev yek ji bo wî tomar kir, ku bo cara yekê bi kincên Kurdî di navenda biryara cîhanî de amade bû û li welatê Tirkiyeyê jî alaya Kurdistanê ji bo wî hat bilindkirin.
Dema ku terorîstên DAÎŞê gef li cîhanê kirin, Serok Barzanî carereke din vegeriya çeperên pêşiyê û wekî Fermandarê Giştî yê Hêza Pêşmergeyan rasterast serperiştiya operasyonên mezin kir û efsaneya DAÎŞê şikand. Piştî wan serkeftinan jî, mezintirîn projeya xwe ya siyasî, ku rapirsiya serxwebûna Kurdistanê bû, li sala 2017ê kir da ku peyama mafê biryardana çarenivîsa gelê Kurd bigehîne guhê cîhanê.
Ji bilî aliyê siyasi û leşkerî, Mesûd Barzanî wekî kesetiyekî rewşenbîr û zimanzan tê nasîn, xêncî zimanê dayikê, bi zimanên Erebî, Farisî û Ingilîzî diaxive û xwediyê çend pirtûkên dîrokî ye. Ew girîngiyeke zêde dide pêkvejiyana olî, mafên jinan û parastina jîngehê, bi awayekî ku niha devera Barzan ji ber rênimayiyên wî bûye yek ji paqijtirîn û xwezayîtirîn cihên deverê. Îro di jiyê xwe yê 80 saliyê de, Serok Barzanî hêj jî wekî rêberekê bilind ê siyasî û Pêşmergeyekî biwefa ji bo axa xwe, berdewam e li ser xebatê ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurdistanê.