Îro Desteya Serokatiya Parlamentoyê û Serokên lijneyan dicivin!
PeyamaKurd - Îro Duşemê (26.08.2019) demjimêr 11:30an Serokên lijneyên Parlamentoyê dê li gel Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, bi armanca amadekarî li ser destpê kirina dema duyem a îsal ya yasadananê bicivin.
Serokê Lijneya karûbarên yasayî Bijar Koçer ji medya Kurdistanê re ragehand: “Civîn di navber hemû serokên lijneyan û Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê de dibe û taybet dibe bi amadekarî bo destpê kirina dema duyem a vê salê ya yasadananê.”
Parlamenter Koçer got: “Li gorî peyrewa navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê, divê roja 01.09.2019an dema yasadananê destpê bike û dê sê mehan jî berdewam bike.”
Serokê Lijneya Yasayî got: ‘’Hin projeyasa hene ku pêwîstiya wan bi hemahengiya navbera Desteya Serokatiya Parlamentoyê û Serokên lijneyan û endaman heye û ev civîn jî bo rêxistina kar û hemahengiya zêdetir civîn pêktê.’’
Bo destpêkirina dema duyem a yasadananê li Parlamentoya Kurdistanê zêdetirî 6 proje bo pejirandinê hatine amade kirin.
Tê çaverêkirin ku di vê dema yasadananê de projeya çaksaziyê bo bê pejirandin ji parlamentoyê re bê rêkirin.