TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îro li Parlamentoya Kurdistanê guftûgo li ser yasaya çaksaziyê tê kirin

Admin L
Nivîskar
📅 21 hezîran 2021 15:25

PeyamaKurd – Sekreterê Lijneya Bilind a Çaksaziyê û Serokê Desteya Destpakiyê, îro li Parlamentoya Kurdistanê guftûgo li ser raporta duyem a pêngavên cîhbîcîhkirina yasaya çaksaziyê dikin.

Li gor zanyariyan, îro di saet 11:00an de, Sekreterê Lijneya Bilind a Çaksaziyê Ebdulhekîm Xesrew û Serokê Desteya Destpakiyê Ehmed Enwer li Parlamentoya Kurdistanê li gel Lijneya Destpakiyê dicivin.

Herwiha zanyarî eşere dikin, di civînê de şandeya Hikûmetê û Parlamentoyê dê guftûgo li ser raporta duyem a pêngavên yasaya çaksaziyê bikin. Lijneyê, hejmarek têbinî û pirsên wan hene ku li ser asteng û sedemên sistbûna cîhbicîh kirina yasayê û ji bo ew astengî bên rakirin divê çi bên kirin dê li ser guftûgo bên kirin.

Li gel şandina raportê, Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo eşkerakirina astengan û pêngavên cîhbicîhkirina yasayê, dê li gel lijneya taybet bicivin.

Parve bike: