Îro salvegera Komkujiya Roboskiyê ye: 8 sal in li gund dawet çênabin
PeyamaKurd - Xizmên qûrbaniyên Komkujiyê Roboskî di salvegera 8emîn de jî reş girêdan û çûn ser gora zarokên xwe.
8 sal berê rojeke wekî îro ango şeva 28.12.2011an li Roboskiyê 34 Kurdên ku piranîya wan zarok û ciwan bûn, di êrîşa balafirên Şerî yên Dewleta Tirkîyeyê hatin qetilkirin.
Îro 8emîn salvegera Komkujiya Roboskî ye ku 19 jê zarok 34 welatiya di bombebarana balafirên şerî yên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dabûn.
Malbat û xizmên qurbaniyên Roboskî bi salan e dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedane û îro car din reş girêdan û ji bo bîranîna qûrbaniyan çûn Goristana Roboskî ye û li hev kom bûn.
Beriya bîranînê gelek hêzên ewlekariyê jî li gund hatin bicihkirin çûn û hatina gund bi awayekî kontrolkirî pêk tê.
‘8 sal in li Roboskiyê dawet çênebûne û şêniyên gund bêhis û bêdeng dixewicin’
Parlementerê serdema berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ferhat Encu ku hevdem nas û xizmê qurbaniyan e diyar dike ku, 8 sal in li Roboskiyê dawet çênebûne û şêniyên gund bêhis û bêdeng dixewicin.
Encu herwiha dide zanîn ku jinên Roboskiyê ji hingî ve cilên reş li xwe dikin.
Tevî ku 8 sal di ser bûyerê de derbasbûne jî berpirsyar nehatine dîtin û nehatin sizadan. Lêgerîna edelatê ya xizmên qurbaniyên Roboskiyê hêj didome.