TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îro salvegera qetilkirina Dr. Sadiq Serefkendiye

Admin M
Nivîskar
📅 18 îlon 2020 02:09

PeyamaKurd- Piştî sala 1989 an ku sekreterê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê Dr. Abdurrehman Qasemlo li Viyana ya Awûstûryayê hat şehîdkirin, di kongreyê de, di sala 1991an de, Dr. Sadiq Şerefkendî hatibû hilbijartin bo sekreteriya giştî ya PDK-Î yê. Şerefkendî bo civîna Enternastonala Sosyalîst ya ku li bajarê Berlînê, di 15-17 ê êlûna sala 1992 an de bihata kirin, hatibû dawetkirin bo Berlînê. Di şeva dawiyê ya li Berlînê de Şerefkendî xwestibû bi muxalifan re bicive û dayîn û sitendinan bike. Wê li xwaringehekî xwarina xwe bixwarina û li ser mesela Kurdistanê biaxifiyana.

Lê dema dê ji xwaringehê derdiketin, ji aliyê sîxurên Îranê ve bi desteka layangirên Hîzbûllaha Beyrûdê hatibûn gulebarankirin. Li ser serê tîma kuştinê kesekî Îranî yê bi navê Şefir hebû ku bi Farisî diaxifî û hem çêra dikir. Şerefkendî di êrîşa Îraniyan de hat şehîdkirin. Pêre nûnerê partiyê yê Awrûpayê Fettah Abdolî, nûnerê Almanya Homayun Ardalan û muxalifê Îranî Nûrî Dehkurdî hebûn. Tev li ciyê bûyerê can dan.

Şerefkendî di sala 1937 an de li Kurdistana Rojhilat li Bûkanê hatiye dinyayê. Zanyarekî ilmê yê kîmyayê bû. Doktora xwe li Parîsê kiribû. Birayê biçûk yê helbestvanê mezin Hejar e.

Niha gora wan hemûyan li Parîsê li Pére Lachaise Cemetery ye.

Parve bike: