TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îsa: Iraq wê pistî mûçeyê karmendên xwe 320 milyar dînarê Kurdistanê jî bisîne

Admin L
Nivîskar
📅 16 mijdar 2020 16:34

PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê, wê piştî mûçeyê karmendên xwe, 320 milyar dînarê Kurdistanê jî bide û bişîne.

Li gor Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa dide zanîn, danûstandin û hevnêzîkbûn di navbera hikûmetên Kurdistan û Iraqê de berdewam e. Di demek nêzîk de şandeka hikûmeta Kurdistanê serdana Bexdayê dike.

Herwiha Faris Îsa destnîşan dike, piştî Hikûmeta Iraqê mûçeyê karmendên xwe bide, dê 320 milyar dînarê Kurdistanê jî bişîne. Em bo vê mijarê di nav danûstandinê de ne.

Parve bike: