Kurdistan
ISID ê nêzî Pirde êrîsî Pêsmerge kir
PeyamaKurd – Li gor ragihandina Rûdawê; li nêzî navça Pirde ya bi ser Kerkûkê, IŞİD ê êrîşê Pêşmerge kiriye û di encamê de 2 Pêşmerge şehîd ketine. Ciyê êrîşê li navça Pirde li devera Zûrgezrawêye û êrîşê birine ser çeperên Pêşmerge. Erîş li dora 21.30 an de çêbûye. Rêxistina Têkoşîna li Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê bûyerê weha ragihandiye:
“Endamên IŞİD a terorîst, êrîş kirine ser tabûra 2 yem ya Pêşmerge ya bi ser 10 em Tûxayê ve û 2 Pêşmerge şehîd ketine.”
Fermandarê Pêşmerge yê cepha rojavayê Kerkûkê Nûrî Heme Elî ragihand ku bersiva êrîşa ku bi çekên giran hatiye kirin dane û li deverê şer dewam dike.