TR KU SO
FB X
Kurdistan

ISIDê li Kerkûkê 14 kesan revand

Admin M
Nivîskar
📅 26 berfanbar 2018 02:21

PeyamaKurd- Berdevkê polîsê Kerkûkê Efrasiyaw Kamil bo medya Kurdî ragihand ku do bi şev li nahiya Reşadê çekdarên İŞİD ê avêtine ser gundê Mubede û 14 kesên sîvîl revandine. Paşî ji 14 kesan 10 jê berdane û lê di derbarê 4 kesên din de ti agahî nîne.

Berê jî İŞİD ê li gundê Pareparê yê bi ser Daqûqê ve 4 Kurdan revandibû. Tenê yek ji wan rizgar kiribûn û aqûbeta 3 kesên din ne diyare. Li deverê operasyon dewam dikin.

Parve bike: