Kurdistan
Îsmaîl El Kurdî di îşkenceya hêzên Sûrî de hate kuştin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku welatiyê bi navê Îsmaîl El Kurdî li bajarê Reqayê di girtîgeha hêzên ewlekariyê yê Sûriyê de ji ber îşkenceya lê hatiye kirin can daye.
Hate zanîn ku kesê bi navê Îsmaîl El Kurdî 40 salî ye û di bazirganiya wesayîtan de dixebitî. 30yê Nîsanê ji mala xwe ya li taxa Seyfidewletayê ya bajarê Reqayê ji aliyê hêzên ewlekariya giştî ve hatiye desteserkirin û sedemên wê jî nehatine gotin.
Hate diyarkirin ku 1 Gulanê malbata El Kurdî hatiye aghdarkirin ku cenazeyê wî ji Nexweşxaneya El Wetenî ya Reqayê bibin. Li gorî çavkaniyan El Kurdî piştî 48 saetan ji binçavkirinê, ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest daye.