Îspanya: Em ji têkosîna gelê Kurdistanê re rêzê digirin
PeyamaKurd - Şêwirmendê Encûmena Asayişa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li paytexta Kurdisttanê Hewlêrê bi Balyozê Ispanya yê Iraqê Juan José Escobar Stemmann û şanda ligel wî re civiya.
Balyozê Ispanya yê Iraqê Juan José Escobar Stemmann di hevdîtinê de got, “Roleke berbiçav a gelê Kurdistanê di têkoşîna dijî terorê de heye û em rêzdariyê nîşanî hewlên gelê Kurdistanê û têkoşîna wan didin.”
Şêwirmendê Encûmena Asayişa herêma Kurdistanê ji bo alîkariya gel û hikûmeta Ispanyayê bo Kurdistanê spasiyên xwe pêşkeş kirin û diyar kir, ligel Îspanya pêwendiyên baş hene û ew dixwazin ew pêwendî her ber bi pêş ve biçin.
Balyozê Ispanya yê Iraqê Juan José Escobar Stemmann jî got, “Gelê Kurdistanê berdêlek mezin di şerê terorê de da û xwedî têkoşînek rêzdar e. Îspanya rêzê li hewlên gelê Kurdistanê û têkoşîna wê digire. Herweha Madrid daxwaz dike pêwendiyên Îspanya û Kurdistanê di hemû waran de pêş bikevin”.