TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îsraîl: Me êrîsî navendên atomî yên Îranê nekiriye

Admin H
Nivîskar
📅 06 tîrmeh 2020 00:14

PeyamaKurd - Wezîrê Bergiriya Îsraîlê Benny Gantz da xuyakirin ku destê Îsraîlê di teqînên herdu navendên atomî yên Îranê de tune ye.

Piştî du teqînên li navendên atomî yên Îranê medya Îranê û berpirsên Îranê belav kiribûn ku destê Îsraîlê di wan êrîşan de heye û Îsraîl berpirsê wan teqînan e.

Berpirsên navenda atomî ya Îranê jî eşkere kiribûn ku ew teqîn ne ji ber êrîşekê pêk hatiye û ew bûyereke asayî ye.

Wezîrê Bergiriya Îsraîlê Benny Ganz jî ji radyoya Îsraîlê re da xuyakirin, ti eleqeyeke wan bi wan teqînên navendên atomî yên Îranê re tune ye.

Parve bike: