Kurdistan
Îstîxbarata Îranê li Bûkanê 3 jinan xist bin çav
PeyamaKurd – Îstîxbarata Îranê li Kurdistana Rojhilat li bajarê Bûkanê 3 jinan xist bin çav. Ji wan Homeyra Aminpour (50) û Şilêr Aminpour xwuşk in. Manîzeh Xwoşnûd jî ji her dû xwuşkan cuda do xistibûn bin çav. Her sê jin jî bê sedemekî nîşan bidin ji aliyê îstîxbaratê de de hatin girtin û biryara dadgehê di destê wan de nîne.
Di wexta avêtin ser mala her dû xwuşkan de şiddetê kirine û dest danîne ser alkavênwan yên şexsî. Rojekî berê jî avêtibûn ser mala Manizeh Xoşnûd (58) û wê girtibûn.
Li gor ragihandina Hengawê; malbatên wan ji wan ti agahî nestendine, nizanin bi çi tên sûcdar kirin û kes nizane liku derene.