Kurdistan
Îtalya: Bi rêbazên leskerî astî li Sûriyê peyda nabe
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îtalyayê Di Maio raghand ku bi rêbazên leşkerî aştî li Sûriyê peyda nabe.
Wezîrê Derve yê Îtalyayê Luigi Di Maio û nûnerê navdewletî bo Sûriyê, Geir O. Peterson li Romayê civîyan. Di wê civînê de Di Maio karê Peterson derbarê dosyeya Sûriyê bilind nirxand û got: Armanca sereke li Sûriyayê aştiyeke demdirêj e.
Bi gotina Wezîr Di Maio ew aştî bi hêza leşkerî peyda nabe lê belê divê karên dîplomasî bo yekê bêne kirin.
Wezîrê îtalî Di Maio teqez kir, divê tevahiya aliyan pabendî cîbicîkirina biryarên Encûmena Asayîşa Navdewletî hejmare 2254an bin.