TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îtalya û Herêma Kurdistanê têkiliyên xwe bihêztir dikin

Admin İ
Edîtor
📅 09 rêbendan 2025 19:02

PeyamaKurd – Îro pêncşemê (09.05.2025) Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Cîgira balyozê Îtalyayê civiya û piştî civînê jî di vê barê de nivîsand:

"Îro me pêşwaziya Cîgira balyozê Îtalyayê ya li Îraqê birêz Chiara Franchini kir.

Me giftûgo derbarê bipêşvebirina têkiliyên du alî bi taybetî di warê aborî û bazirganî û her weha pêşhat, guherîn û geşedanên rewşa giştî ya Îraq û deverê kir.

Di beşeke din a civînê de me tekezî li ser girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî û rêzgirtin ji mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê kir."

 

Parve bike: