TR KU SO
FB X
Kurdistan

Iyad Allawî seredana serok Barzanî kir

Admin M
Nivîskar
📅 16 sibat 2020 01:34

PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro Iyad Allawî  û heyeta pêre li baregeha xwe ya Hewlêrê qebûl kir. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û lîderê koalisyona Wataniye ya Iraqê Iyad Allawî ragihandin ku divê di hukumeta nû ya Iraqê de temamên terefan ciyên xwe bigrin. Li gor ragihandina nivîsîngeha serok Barzanî; Barzanî û heyeta Allawî li ser pêşdeçûnên dawî yên Iraqê û avakirina hukumeta nû axifîn.

Her dû alî behsa serîderketina bi terorê re, zêdebûna tehdîda İŞİDê û pêdiviya bi koalisyona navdewletî de, hemfikir man. Serok Barzanî û Allawî ragihandin ku Iraq ji aliyê tenîkî û mezhebî de piraliye û nabe kiryar yekalî bin, eger bi eksa veya tevgerandin çêbibe, wê yekîtiya axa Iraqê û aşiya wê bikeve talûkê.

Herî dawiyê serok Barzanî û Allawî ragihandin ku divê daxwazên xwepêşandêran pêkwerin, yekîtiya millet pêk were û di hukumeta nû ya Iraqê de temamên terefan ciyên xwe bistînin.

Parve bike: