TR KU SO
FB X
Kurdistan

Jeffery: Hevkariya Amerîkayê li gel Kurdan dê berdewam be

📅 07 berfanbar 2019 19:19

PeyamaKurd - Nûnerê taybet ê Ameîrkayê li hevpeymaniya dijî DAIŞê, James Jeffrey li Hewlêrê ye û piştî civîna li gel Serok Mesûd Barzanî, bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiya. Jeffrey ragihand ku hevkariya Amerîkayê li gel Kurdan dê berdewam be.

Nûnerê taybet ê Ameîrkayê li hevpeymaniya dijî DAIŞê, James Jeffrey ku sibeha îro gihiştibû Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, civîna xwe ya yekem li gel Serok Mesûd Barzanî encam da. James Jeffrey piştî civîna li gel Serok Barzanî, li gel Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî kom bû.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî civînê ji rojnamevanan re ragihand, Amerîka care din pabendbûna xwe di alîkariya Herêma Kurdistanê û şerê DAIŞê dupat kiriye.

Jeffery: Amerîka berdewam e di şerê DAIŞê de

Ji aliyê xwe ve şanderê serokê Amerîka ji bo Hevpeymaniya şerê DAIŞê James Jeffery ragihand, Amerîka berdewam e di şerê DAIŞê de, herwiha ew xemgîn in li ser şehîdbûna hejmarek ji Pêşmergeyan di çend rojên derbasbûyî de. 

Jeffrey anî ziman, ew kar li ser wê yekê dikin ku aramî ne bi tenê li Iraqê, lê li hemû navçeyê were sepandin. James Jeffrey pişt Jeffery ragihand, karên wan yên hevbeş bi Herêma Kurdistanê re dê berdewam bin

Herwiha di civînê de ji bilî pêşhatên dawînli Kurdistan, Iraq û navçeyê, zêdebûna tevger û êrişên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî ji mijarên sereke yên wê kombûnê bûn.

Parve bike: