TR KU SO
FB X
Kurdistan

Jenosîda Helebçeyê li Swêdê ket nav mifredata dibistanan

Admin İ
Edîtor
📅 04 nîsan 2026 12:38

PeyamaKurd - Hikûmeta Swêdê biryareke dîrokî da û êrîşa kîmyayî ya li ser Helebçeyê xiste nav mifredata perwerdehiyê ya dibistanên seretayî. Bi vê biryarê, xwendekarên li Swêdê dê wekî mînakeke karesatên mirovî û bikaranîna çekên kîmyewî, fêrî dîroka Helebçeyê bibin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, ev bernameya perwerdehiyê bi hevkariya pisporê çekên kîmyewî Dr. Ferîdûn Muradî û pisporên Swêdî hatiye amadekirin. Ders dê ji bo xwendekarên pola 4, 5 û 6an, anku ji bo koma temenê 10 heta 13 salî were dayîn. Di naveroka dersê de bal tê kişandin ser du aliyên madeyên kîmyewî; ji aliyekî ve feydeyên wan ên ji bo mirovahiyê yên wekî derman û paqijkirina avê, ji aliyê din ve jî jenosîda bi çekên kîmyewî ya li ser mînaka Helebçeyê bi zimanekî pedagojîk û guncaw ji bo zarokan tê şirovekirin.

Dr. Ferîdûn Muradiyê ku li zanîngehên navdar ên Karolinska û Goteborgê lêkolînan dike, diyar kir ku wî ev kar ji bo bicihanîna soza xwe ya ku sala 2015an li Kurdistanê dabû qurbaniyên Helebçeyê, encam daye.

Muradî destnîşan kir ku wekî pisporekî vî warî yê li Swêdê, wî her tim hewl daye ku trajediya Helebçeyê di qadên akademîk de bide naskirin û ev gava nû serkeftineke mezin e ji bo dengê qurbaniyan.

Ev gava Hikûmeta Swêdê wekî destpêşxeriyeke girung a ji bo naskirina akademîk û perwerdeyiya Jenosîda Helebçeyê ya li Ewropayê tê dîtin.

Jenosîda Helebçeyê ku di 16ê Adara 1988an de ji aliyê rejîma Be'sê ya Iraqê ve pêk hat, bû sedema şehîdbûna herî kêm 5 hezar kurdan û wekî yek ji mezintirîn trajediyên sedsala 20emîn di dîrokê de cih girtiye.

Parve bike: