Kurdistan
Ji 7 kesan 4 kesî sandin zîndanê
PeyamaKurd- Hefteya borî bo destekê bidin parlementera HDP ê Leyla Guven, li leqa HDP ê ya Amedê 7 kes ketibûn greva birçîbûnê. Polîs deriyê partiyê şikandibû û her 7 kesên ku ketibûn grevê binçav kiribûn.
Îro kesên binçavkirî birin dadgeha Diyarbekirê û ji wan 4 kes ên bi navê Sevican Yaşar, İsmet Yıldız, Salih Tekin û Bilal Özgezer ji aliyê dadgehê de bi sedema ku “endamê rêxistina terorê” ne hatin zîndanîkirin.