TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Baba Sêx peyama serxwesiyê bo wefata Firset Sofî

Admin H
Nivîskar
📅 19 mijdar 2020 22:51

PeyamaKurd - Baba Şêxê kurdên êzidî Şêx Elî Elyas li ser wefata parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî peyameke behîdariyê belav kir.

Baba Şêx Elî Eylas ku doh bi merasîmeke sond xwar û bi fermî dest bi kar kir, îro li ser koça dawî ya parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî peyameke serxweşiyê belav kir.

Peyama Baba Şêx wiha ye:

“Bi destûra navê Xwedê,

Hevdem digel merasimên danîna me wekû baba şêxê êzîdiyan, xebera malavayîkirina ji Xwedê jê razî Dr. Firset Sofî parêzgarê Hewlêrê gehîşte me.

Bi vê helkefta xemgîn, hevxemî û sersaxiyên xwe bo malbat û serkirdetiya Kurdistanê û serokatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hewlêra paytexta Kurdistanê, dost û hevalên rehmetî radigehînin.

Rehmetî gencekî bê miraz bû, mirovekî xizmetkar û xemxorê xelk û welatê xwe bû. Ji destdana parêzgarî, xisareteka mezin e.

Ji Xwedê bi hêvî ne cihê rehmetî behişta berîn be û sebr û hedarê jî bide her kesî.

Ruha rehmanî nabit fanî…

Her dê zivirte ber destê xwedanî”

Parve bike: