Kurdistan
Ji balafirgeha Diyarbekirê 30 roj sefer nayên kirin
PeyamaKurd – Bi sedema tamîra balafirgeha Diyarbekirê wê heya 30 rojan seferên balafiran nên kirin. Seferên ku ji balafirgeha Diyarbekirê heya mehekî bihatina kirin, bilêtên hatine firotin, wê rêwî ji balafirgeha Mêrdînê û Batmanê bên kirin.
Parêzgeha Diyarbekirê ragihand ku balafirgeh di roja 24 ê gulanê de tê girtin û heya mehekî dewam dike. Di ragihandina parêzgehê de hat gotin ku bi wezaretên pêwendîdar re koordînasyon hatiye kirin û heya mehekî tamîrat diqede.