Kurdistan
Ji ber berfê banê 26 axwurên Ezirganê hilweşiyan
PeyamaKurd – Li Kurdistana Bakûr li bajarê Ezirganê li gundê Ağilözü ji ber giraniya berfa ser banên xaniyan, 11 axwur hilweşiyan û banên 15 axwuran jî zerara mezin dîtin. Li gund qaliniya berfê 1,5- 2 metre ye.
Gundiyên gundê Ağilözü berya heywanên xwe bibin gund, çûn gund da axwurên xwe kontrol bikin, paqij bikin û ji bo heywanan amade bikin. Lê gundî dîtin ku berf gelek bariyaye, hinek ban hilweşiyane û heya ber arîka berf ketiye axwuran.
Gundî berya havînê axwurên xwe yên li gund amade dikin da bi destpêka Baharê re heywanên xwe bibin gund.
Di rewşa niha ya gund de, divê gundî rawestin heya berf bihele û alavên xwe bikirin da axwurên xwe ji nûh de ava bikin û yên zerarê dîne wan tamîr bikin.