Ji ber ‘gefên qeyûm’ ji HDPê îstîfa kiribû, niha jî tabelaya Kurdî daxist
PeyamaKurd - Şaredarê bajarokê Bekirhanê yê navçeya Hezoya Batmanê Firat Karabûlût ku ji ber tisa qeyûm ji HDPê îstifa kiribû, tabelaya Kurdî ya şaredariyê jî daxist.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA),Şaredarê bajaroka Şaredariya Kaniya Henê ya navçeya Hezo ya Batmanê Firat Karabûlût, ji ber tirsa qeyûm di 20ê Mijdarê de ji HDPê îstifa kiribû. Tê gotin piştî îstifakirinê, qeymeqamê navçeyê jê re gotiye "Îstifakirin tenê nabe, divê tu daxuyaniyekê jî bidî". Li ser vê Karabûlût, di rojnameyeke herêmî ya Êlihê de di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin:
"Di temenekî ciwan de daxilî nav siyasetê bûm û bi ser ketim. Di van 8 mehan de, di nav rêzîknameya HDPê de min hin tiştên ne li gor dilê xwe dîtin û siyaseta HDPê ya li herêma me ne li gor malbata me û gelê me ye. Mesela pergala hevserokatiyê, ne li gor me ye. Ji ber vê min ji HDPê îstifa kir. Tu têkiliyeke min bi partiyê re nemaye. Ez ê bi awayekî serbixwe xizmeta gelê Bekirhanê bikim".
HDP: Ji ber gefxwarina Qeyûm serî tewandiye û îstîfa kiriye
Piştî îstifaya Karabûlût, di 10ê Berfanbarê de Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDPê Salîm Kaplan jî daxuyaniyek dabû û gotibû: "Ji ber ku Karabûlût li ber gefxwarina qeyûmê AKPyî serî tewandiye îstifa kiriye".
Hevşaredar Sonuk bertek nîşan da
Karabûlût piştî îstifa kir, ewilî tabelaya kurdî ya şaredariyê daxist. Li ser vê endamên meclîsa şaredariyê û Hevşaredar Gulîstan Sonuk bertek nîşandan û bang li Karabûlût kirin ku îstifa bike.
Hevşaredar Gulîstan Sonuk, destnîşan kir ku tişta qewimiye pratîka qeyûm e. Sonuk, bibîr xist ku gelê Bekirhanê raya xw enedaye kesekî daye partiyê û got: "Beriya hilbijartinê namzet hemû pergala hevserokatiyê ya partiyê qebûl kirine. Gel, raya xwe nedaye kesekî daye HDP'ê