TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji bo '6 milyon euro û 351 hezar dolarên' mala El Besîr lêpirsîn hat destpêkirin

Admin S
Nivîskar
📅 20 nîsan 2019 23:48

PeyamaKurd - Di mala Serokê Sûdanê yê ji kar hatiye xistin Omer El Beşîr de tomerên 6 milyon euro û 351 hezar dolaran hatibûn desteserkirin û vîdyoyên wê jî li ser medyayê hatibûn belavkirin.

Dozgeriya Sûdanê li dijî El Beşîr bi hinceta pereyên dewletê xistine zimeta xwe doz vekir.

— simge ekici (@caapulcukiz) 20 Nisan 2019

Her çiqas rêveberiya leşkerî ya kotedaya Sûdanê pereyên El Beşîr desteser kirine û lêpirsîna dozgeriyê dest pê kiriye jî hat diyarkirin ku erka dozgerê Sûdanê ya wergirtina îfadeya El Beşîr derbarê mijara pereyên hatine deseteserkirin de nîne.

El Beşîr piştî kotedayê û xistina ji kar niha li girtîgeha paytext Hartum a Sûdanê dimîne.

Parve bike: