TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji bo 9 kesên di qetilkirina Narîn Guran de daxwaza girtinê hat kirin!

Admin L
Nivîskar
📅 13 îlon 2024 11:30

PeyamaKurd – Di çarçoveya lêpirsîna kuştina Narîn Gûran a li Diyarbekirê de 13 kes hatin berdan.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ya derbarê mirina Narîn Gûran a ku 19 roj piştî wendabûna cesedê wê li Diyarbekirê hatibû dîtin de jêpirsîna 22 gumanbaran li dozgeriyê bi dawî bû.

Ji 22 kesên hatin desteserkirin 9 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

3 jê bi şertê kontrola edlî 13 kes hatin berdan. Di nava kesên hatin berdan de bavê Narînê Arif Guran jî heye.

 
Parve bike: