TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji bo çend bajarên Bakurê Kurdistanê hisyariya asîtê hat dayîn

Admin H
Nivîskar
📅 25 berfanbar 2021 00:34

PeyamaKurd – Saziya Keşûhewayê Meteorolojîyê ya herêma 14emîn hişyariya hatina aşîtê ji bo çend bajarên Bakurê Kurdistanê da.

 Meteorolojiyê diyar kiriye ku îro 24ê Kanûnê di demjimêrên êvarê de wê li bajarên Wan, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê dem bi dem barîna berfê berdewam bike û tê texmînkirin mija zêde û qeşem jî çêbibe.

Herwiha hişyarîya hatina aşîtan ji bo niştîngehên nezîkî bilindahiyên wan bajaran hatiye dayîn û hatiye gotin, wê pileya germê kêm bibe û bi hêza navîn û sivik ba rabe.

Li gorî daxuyaniyê pileya germê li Wanê di bin sifirê de -2, li Colemêrgê -3, li Bedlîsê -5 û li Mûşê jî -7 tê texmînkirin û ji welatiyan hatiye xwestin ji bo rûdana bûyerên keşûhewayê bi tedbîr bin.

Parve bike: