TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji bo namzetiya serokkomariya Iraqê 3 roj wext hat danîn

Admin M
Nivîskar
📅 06 adar 2022 03:25

PeyamaKurd – Parlementerê PDK ê yê parlementoya Iraqê Sebah Subhî ragihand ku ji bo serokkomariya Iraqê 3 roj wext hat danîn û kesên bixwazin namzetiya xwe deynin, divê di nav wan sê rojan de deynin.

Li ser mijarê Sebah Subhî ji bo BasNewsê ragihandiye ku ji îro û pê de seredanên namzediyê destpêkirine. Sebah Subhî ragihandiye ku divê ji îro û pê de di nav 30 rojan de wê serokkomar bê bijartin.

Subhî di daxwuyaniya xwe de got ku namzedê PDK ê hê jî Rêber Ehmed e.

Parve bike: