Kurdistan
Ji bo sarederiyeke din a HDPê qeyûm hat erkdarkirin
PeyamaKurd – Ji bo şaredariyeke din a Bakurê Kurdistanê qeyûm hat erkdarkirin.
Hevserokên şaredariya Sûrê li Amedê, duh ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve hatibûn desteserkirin û îro jî qeyûm bo wê şaredariyê hat erkdarkirin.
Duh li navçeya Sûrê ya Ameda bakurê Kurdistanê hevşaredara ji partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Filiz Buluttekin û 2 endamên meclisa wê şaredariyê hatibûn desteserkirin.
Di hilbijartinên 31ê Adarê Feyme Filiz Buluttekin 60.76 ji sedê dengan wergirtibû wekî şaredar hatibû bijartin.