TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji bo xwe hînik bike ketavê lê di ava bendavê de fetisî

Admin M
Nivîskar
📅 20 hezîran 2024 00:38

PeyamaKurd – Li bajarê Mereşê li navça Onikişubatê xortekî ji bo xwe hînik bike ket ava bendavê û piştî lêgerîna tîmên pêwendîdar karibûn xwe bigihînin bedena wî ya bê giyan.

Menderes Sarıpınar (22) bi mirovên xwe re diçe bendava Menzeletê û ji bo xwe hînik bike dikeve avê lê av wî ji qerexê bendavê dûr dike heya difetisîne. Tîmên noqavê, AFAD û Îtfaiye piştî gera bi sê seetan karibûne xwe bigihînin cesedê Sarıpınar.

Cenaze, ji bo otopsiyê dibin morga Tib a Edli ya bajarê Maraşê.

Parve bike: