Ji Demirtas peyama tifaqê: ‘Terka partiya zilmê bidin û tevî tifaqê bibin”
PeyamaKurd - Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku li girtîgeha Edirneyê girtî ye, bi peyamekê pêşwazî li hevpeymaniya 7 partî û rêxistinên Kurd ya tifaqa hilbijartinên herêmî kir.
Demirtaş di peyama xwe ya ku li dema ragihandina tifaqê li Diyarbekirê hat xwendin de, wiha got: “Îro li Kerkûk, Mûsil, Silêmanî, Efrîn, Bakurê Kurdistanê û Rojhilat sedema êş û trajediyên Kurdan ne dijminên gelê Kurd in. Herwiha berpirsiyariyeke mezin a siyasetmedarên Kurd jî heye ku yekrêziya xwe ya netewî pêk neanîne. Hevkariya partiyên siyasî yên Kurd ku îro we îmze kiriye, gelekî watedar û girîng dibînim.”
Demirtaş di peyama xwe de bang kir, ‘Terka partiya zilmê bidin û beşdarî vê tifaqê bibin” û wiha pê de çû: “Bi taybetî bang li ewladên gelê Kurd ên di nav AKPê de cî digirin dikim ku beşdarî vê tifaqê bibin. Bi baweriya min a ku dê ev tifaq bibe zemîna tifaqên mezintir, hemû hevalên ked dane pîroz dikim. Bi hêviya ku dê ev tifaq xêrê bi xwe re werîne, bang li hemû gelê me dikim ku li dor vê tifaqê bicivin.”