Kurdistan
Ji Efrînê 150 hezar kes koçber bûne
PeyamaKurd - Ji ber operasyona dewleta Tirkiyê li Efrînê heta niha 150 hezar însan penaber bûne.
Çalakvanê mirovê yê Neteweyên Yekgirtî Elî Ze'iterî, ji rojnameya The Guardian re ragihand ku rewşa mirovî ya bajarê Efrînê bi sedema êrîşên Tirkiyê, di astekî gellekî xirab de ye û niha bi hezaran kes ji wî bajarî mişext dibin û xwe li navçeyên di bin destê Hikûmeta Sûriyê de digrin.
Herwiha Elî Ze'iterî eşkere kir ku bi sedema dorpêça hêzên artêşa Tirkiyê, biçûktirîn pêdiviyên mirovî li najar bidest nakeve.
Herwiha wê rojnameyê diyar kir, ku ew mişextên berê xwe dabûn navçeyên di bin desthilata Hikûmeta Sûriyê de, tên eşkencedan û niha ew poşman bûne ku mişextî wan navçeyan bûn.