TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji ENKSê daxuyaniya Kobaniyê û qetilkirina Sîpan Hiznî

Admin H
Nivîskar
📅 13 îlon 2026 14:49

PeyamaKurd - Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) li Sûriyê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî bûyerên dawî yên li Kobaniyê da û daxwaz kir ku hikûmeta Sûriyê têkildarî tawan û karesatan lêpirsîneke serbixwe û zelal bide destpêkirin.

Xwecihiya Kobanî ya ENKSyê kuştina şervan Sîpan Hiznî bi tundî şermezar kir û diyar kir ku çareseriya pirsgirêkan ne bi rêya tolhildanê, lê belê bi rêya serweriya yasayê pêkan e.

Di daxuyaniyê de xwepêşandanên aştiyane wekî mafekî rewa hatin binavkirin û hat gotin ku ew her çewisandin û binpêkirinekê red dikin.

ENKSê her wiha nerazîbûna xwe li hemberî dirûşmên mezhebî û gefên tolhildanê yên di dema derbasbûna hêzên hikûmetê bo nava bajêr de anî ziman û hikûmet berpirsiyar girt di parastina ewlehiya sivîlan de.

Di dawiyê de bang li xelkê bajar jî hat kirin ku li dijî alozî û fitneyan hişyar bin û li ser bingeha aştiya civakî tevbigerin.

Parve bike: