TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Fransa pîrozbahiya hilbijartinên Kurdistanê

Admin H
Nivîskar
📅 21 cotmeh 2024 20:29

PeyamaKurd - Balyozxaneya Fransa ya Iraqê, li ser bi awayekî serkeftî encamdana hilbijartinên serdema 6emîn a Parlamentoya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Balyozxaneya Fransayê kêfxweşiya xwe anî ziman ku bi rêjeya zede beşdariya dengdêran hilbijartin pêk hatiye û diyar kir.

Konsulxaneya Fransa ya Hewlêrê, peyama Balyozxaneya Fransa ya li Iraqê belav kir ku tê de hatiye gotin, “Balyozxaneya Fransa, pêşwaziyê li encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên duh 20.10.2024ê dike.”

Balyozxaneya Fransayê kêfxweşiya xwe anî ziman û da zanîn, bi vê rêjeya zede ya dengdêran hilbijartin pêk hatiye û ev dengdan pêngaveke girîng a siyasî ye ji bo Herêma Kurdistanê û ji bo bi giştî Iraqê jî.

Parve bike: