TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji hikûmeta Kurdistanê daxuyanî: Emê wan hêzên mafiya rûbirûyî yasayê bikin

Admin H
Nivîskar
📅 02 sibat 2020 21:17

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil derbarê giranbûna nirxê gaze li Hewlêr û Duhokê ragihand ku li sînorê Germiyan û Silêmaniyê ji aliyê hêzeke destdirêj ve rêgirî li ser hatina gazê dibe û ev yek jî bû sedema giranbûna nirxê gazê li wan herdu parêzgehan.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Ji destpêka destbikarbûna Kabîneya Nehem ve, wek bersivdan ji daxwazên rewa yên welatiyan re bi encamdana çaksaziyê û şefafiyetê di karûbarên hikûmetê de, biryar hat dayîn tevahiya girêbestên kompanyayên di çarçova yasa û rênimayan de û li gor proseya tenderkirinê de be.

Di vê çarçovê de mijara veguhastina gazê ji kompanyaya Danagaz ji bo parêzgehên Herêmê, ku ji aliyê wê kompanyayê ve hatibû gorxkirin, piştî tenderê kompanyayeke din mafê veguhastinê bidest xist û biryar bû ji destpêka sala nû ve dest bi kar bike, lê ji aliyê çend kesên destdirêj yên sînorê Germiyan û Silêmaniyê ve rê li hate girtin û wek karteke fişarê rê nehat dayîn ku beşa gaza şil ya Hewlêr û Duhokê wek pêwîst bigihêje û ev yek jî bû sedema giranbûna nirxê gazê li van herdu parêzgehan.”

Cotyar Adil herwiha ragihand, di van du rojên derbasbûyî de wan kesan bi hêza çekdar û tundûtûjiya li hember kompaniyê, rewş aloztir kirine. Tevî agahdariya welatiyan ji vê pirsgirêkê, welatiyan piştrast dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pêngavên xwe çaksaziyê de gavan bi paş ve navêje û hemû rêkarên yasayî digirine ber, ta ku ew grûpên qorxker û mafyawî rûbirûbûyî yasayê bikin.

Parve bike: